Malbata Şenyaşar dîsa got, ''dadmendî''

Malbata Şenyaşar ku li Rihayê ev qasî salekê ye Nobeta Dadê digire careke dî got, ''Dadmendî''.

Çalakiya Nobeta Dadê ya Malbata Şenyaşar ku 9'ê Adara 2021'an dest pê kirî didome.

Ji ber ku roja yekşemê ye malbatê çalakiya xwe di roja 312'an de li mala xwe ya li Pirsûsê domand. Malbatê li ser hesabê xwe yê Twîtterê hesabên Wezîrê Dadê yê Tirk Abdullahamît Gul, Serokê Daîreya Pêşî ya Lijneya Dozger û Dadgeran Halîl Koç û Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyê Erînç Sagkan etîket kir û ev peyam weşand:

''Dayikeke ku ji bo dadê bûye sembol, ji bo malbata xwe ya ku li nexweşxanê hatî qetilkirin û ji bo kurê xwe yê ku di hicreya yekkesî de tê hiştin, hê divê çend roj an jî çend salên din bibêje, ''Dadmendî''?