Malbata Şenyaşar: Cihê ku edalet tune be wê nan jî tune be

Malbata Şenyaşar a ku li Rihayê nêzî salekê ye ji bo edaletê têdikoşin bal kişandin ser krîza aboriyê û got “Li cihê ku edalet tunebe wê nan jî tunebe.”

Emîne Şenyaşar a ku di 14’ê Hezîrana 2018’an de li Sirûca Rihayê parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjînê wê û du kurên wê kuştibûn, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bûbû, li pêşiya Dadgeha Rihayê ji bo edaletê têdikoşin. Çalakiya wan a nobetê di 9’ê Adarê de dest pê kiribû.

Malbatê di roja 284’an a çalakiyê de li ser hesabê xwe yê twîtterê ev peyam weşand “Li cihê ku edalet tuneye ne hizûr ne jî nan wê tunebe. Dadger ji tirsan nikarin peywira xwe bi cih bînin.”