Malbata Şenyaşar: Bila wezîrê edaletê zilma li edliyeya Rihayê bi dawî bike

Malbata Şenyaşar bang li wezîrê edaletê yê nû kir û got “Heke li Tirkiyeyê behsa edalet, hiqûqê dike, bila ewilî zilma bi destê hiqûqê ya li pêşia Edliyeya Rihayê bi dawî bike.”

Malbata Şenyaşar a ku di êrişa AKP’iyan de ji malbata wan sê kes hatin qetilkirin, di roja 329’an de Nobeda Edaletê didomînin. Malbat tevî hewa sar jî nobeda xwe li ber edliyeyê didomîne. Emîne û Ferît Şanyaşar vê sibehê jî ji navçeya Sirûcê hatin ber edliyeyê û dest bi çalakiya xwe kirin. 

Ferît Şenyaşar diyar kir ku nobeda wan a li ber edliyeyê gihîşt nêzî salekê û behsa qetlîama li Nexweşxaneya Dewletê ya Sirûcêkir. Şenyaşar da zanîn ku derbarê qetlîamê de dozek û girtinek pêk nehatiye û biryara veşarî ya li ser dozê didome. Şenyaşar bi bîr xist ku 9 dozger û 3 serdozgerên dosyeya qetlîamê hatine guhertin û got: “Dozger û Wezîrên Edaletê diguherin, lê qetlîama li ber nexweşxaneyê nayê ronîkirin. Dema têkildarî dozê pirs ji Wezîrê Edaletê yê berê dihatin kirin, Wezîrê Edaletê diyar dikir ku ew ji ber vê rewşê xemgîn e û digot ‘Mifetîş hatine wezîfedarkirin.’ Mifetîş hatin. Me li Edliyeya Rihayê bi mifetîşan re hevdîtin kir. Gotin, ‘Li holê sûcek heye û tişta pêwîst wê were kirin’. Lê belê heta îro tu tu tiştek qanûnî nehat kirin.”  

Şenyaşar anî ziman ku Bekîr Bozdag carek din li ser kursiya Wezareta Edaletê rûniştiye û wiha got: “Heke li Tirkiyeyê behsa edaletê, hiqûqê dike, bila ewilî zilma bi destê hiqûqê li pêş Edliyeya Rihayê pêk tê bi dawî bike. Piştre bila derkeve pêşberî xelkê û biaxive. Heta ku vê zilma bi destê darazê pêk tê bi dawî neke bila Wezareta Edaeletê têkildarî hiqûq û edaletê neaxive. Wê xelk baweriyê bi vê neyîne.”