Malbata Şenyaşar berxwedana xwe bir Stenbolê

Malbata Şenyaşar a berxwedêr, li Stenbolê wê serdana ÎHD û Partiya Şoreşger bike.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, ji 9'ê Adarê û vir ve li ber Edliyeya Rihayê daxwaza Edaletê dike. Çalakiya Nobeda Edaletê îro kete roja 301'ê.

Ferît Şenyaşar ku ji bo tevlî Forûma Gel a Hêzên Têkoşîna Yekbûyî bibe doh çû Stenbolê, îro ji bo piştgiriya hiqûqî ya bi nobeda wan a edaletê wê serdana Şaxê Stenbolê yê ÎHD'ê û Serokatiya Bajarê Stenbolê ya partiya Şoreşger a Yekbûyî bike. Dayik Emîne Şenyaşar jî nobedê li mala xwe ya li Pirsûsê dewam dike.