Malbata Şenyaşar: Berxwedana li dijî zilmê heq e

Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên ku AKP'yiyan sala 2018'an li Rihayê kuştibûn çalakiya Nobeta Dadê didomîne. Malbatê got berxwedana li dijî zilmê heq e.

Beriya hilbijartina 24’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê 14’ê Hezîrana 2018’an xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên malbata Şenyaşar kirin û sê ferdên malbatê kuştin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ji bo di dozê de edalet pêk were ji 9’ê Adara 2021’an ve li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê pêk tînin. Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 342’yemîn de li ber edliyê berdewam dike. Ji ber dawiya hefteyê ye malbat li mala xwe ya li Pirsûsê nobeda xwe didomîne. 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtîla hesabên Waliyê Rihayê Abdullah Erîn û Serdozgerê Komarê yê Rihayê Onder Yenîçerî etîket kir û vê peyamê belav kir: “Li Rihayê hêj edalet di bin erdê de ye. Dozger dibêjin, ‘tiştek di destê me de nîne’, Wezîrê Dadê jî dibêje, ‘tenê xemgîn im’. Heke zilm rewa be, li dijî zilmê jî berxwedan maf e.”