Malbata Şenyaşar bang li jinan kir: Me bi tenê nehêlin

Malbata Şenyaşar a berxwedêr bang li jinan kir ku wan bi tenê nehêlin.

Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar ku 9'ê Adara 2021'ê li ber Edliyeya Rihayê hate destpêkirin di roja 365'an de ye.

Emîne Şenyaşar ku saleke bênavber li ber edliyeyê nobeda ji bo edaletê digire, ji be nexweşiya çav û nexweşiyên xwe îro çû nexweşxaneyek li Dîlokê, lewma nekarî tevlî çalakiyê bibe.

Li gel Emîne Şenyaşar kurê wê Ferît Şenyaşar jî çû nexweşxaneyê. Lewma çalakiya îro ji aliyê keça Emîne Şenyaşar Perîhan Yuzuguldu û kurê wê Mehmet Şenyaşar ve hate meşandin.

Mehmet Şenyaşar bi bîr xist ku sibe salvegera destpêkirina çalakiya nobedê ye û bang li parêzvanên mafên mirovan kir ku li ber edliyeyê bicivin û got, "Heta edalet bi cih bê wê çalakiya nobedê dewam bike. Em ji bo her kesî edaletê dixwazin."

Perîhan Yuzuguldu jî got, "Dayika min ji bo jinan edaletê dixwaze. Îro roja jinan e, bila jin sibe dayika min bi tenê nehêle. Birayê min (Fadil Şenyaşar) nêzî 4 sal in bi neheqî hatiye girtin. Bila dawî li girtîbûna wî bê anîn."

Piştgiriya ji bo malbata Şenyaşar jî dewam dike. Hunermend Nûrcan Degîrmencî û heyetek ji muzîsyenan ku wê pê re li Rihayê ji bo çalakiya 8'ê Adarê derkeve ser dikê, serdana malbata Şenyaşar a li ber edliyeya Rihayê kir.