Malbata Şenyaşar bal kişand ser bêhiqûqiyê

Malbata Şenyaşar ku berxwedana xwe ya ji bo edaletê dewam dike, bal kişand ser bêhiqûqiya desthilatdariya AKP-MHP'ê.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin tevî kurê xwe yê di êrişê de birîndar bû Ferît Şenyaşar ji bo darizandina berpirsyaran ji 9'ê Adarê ve çalakiya edaletê li dar dixin.

Malbata Şenyaşar ji ber qedexeya derketina derve ji 30'ê Nîsanê ve çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê dewam dike.

Di roja 60'î ya çalakiyê de malbata Şenyaşar li ser hesabê medya dîjîtal parvekirinek kir. Malbatê bal kişand ser xala duyemîn a Destûra Bingehîn û daxwaza xwe ya edaletê dubare kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bavek ji bo zarokên xwe bibîne diçe nexweşxaneyê. Bav tevî kurên xwe li nava nexweşxaneyê tên lînçkirin û kuştin. 3 sal di ser bûyerê re derbas dibe. Hîn jî lêpirsîn nîne. Mirov jê bawer nake lê rastî wiha ye. Xala duyemîn; Komara Tirkiyeyê dewleteke hiqûqê ye!"