Malbata Şenyaşar 50 roj in nobeda edaletê digire

Emîne Şenyaşar ku hevser û zarokên wê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, 50 roj in ji bo edaletê di nobedê de ye.

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji êrişa AKP'iyan bi birîndarî rizgar bû, nêzî 2 mejh in li ber Edliyeya Rihayê nobeda edaletê digirin.

Di roja 50'î de malbata Şenyaşar serê sibehê li hewşa avahiya edliyeyê dest bi çalakiyê kir.

Di dema çalakiyê de li ser hesabê Twtterê bi hastaga #SenyasarAilesiİcinAdalet bi navê malbatê ev peyam hate parvekirin: "Hîn jî qala hiqûqê, qala maf dikin! 3 mirovên me li nexweşxaneya dewletê hatin qetilkirin. Hîn jî kes nehatiye girtin. Eger ne ji qeyda kamerayê be wê bêjin ku doktoran ev mirov kuştine. Rastiyeke bi êş heye. Niha ji bo me edalet, hiqûq nîne."