Malbata Şenyaşar 307 roj in daxwaza edaletê dike

Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin nobeda edaletê digire, nerazîbûn nîşan da ku berpirsyarên komkujiyê hîn jî li derve ne û daxwaza edaletê dubare kir.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, çalakiya xwe ya li ber Edliyeya Ûrfayê dewam dike. Çalakiya nobedê 9'ê Adara 2021'ê dest pê kir.

Ji ber ku avahiya edliyeyê dawiya hefteyê girtî ye, malbatên roja 307'an a çalakiyê li mala xwe ya li Pirsûsê dewam kir.

Di hesabê Twitterê yê malbata Şenyaşar de wêneyê çalakiya nobedê ya malbata Gulîstan Dokû ya li ber Edliyeya Tûncelî hate parvekirin û ev peyam hate dayin:

"Em heqaretê ne li kesî dike, ne jî kîn û dijminatiya gel teşwîq dikin. Em tenê dixwazin dengê xwe bigihînin rayedaran. Dest ji parastina serweran berdin! Yên komkujî kirine li derve ne, mexdûr jî li ber edliyeyê ne û tenê edaletê dixwazin."