Malbata Şenyaşar 181 roj in ji bo edaletê nobedê digire

Malbata Şenyaşar ku li Rihayê ji bo edaletê nobedê digire, bang kir ku ne li gel hêzê, lê belê li gel maf û mafdaran cihê xwe bigirin.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê sala 2018'an ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, çalakiya xwe ya nobedê dewam dike.

Ji ber ku Edliyeya Rihayê dawiya hefteyê girtî ye, malbatê roja 181'ê ya çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê dewam kir.

Bi navê Malbata Şenyaşar li ser twîtterê îro jî ev peyam hate parvekirin:

"Şert û merc çi dibin bila bibe, ne li gel hêzê, divê mirov li gel maf û mafdaran cih bigirin. Edaleta ku em di nava zilmê de lê digerin wê rojekê ji bo her kesî pêwîst be."