Malbat ji bo Nobeda Edaletê li ber edliyeyê ne

Malbatên ku çalakiya Nobeda Edaletê dimeşînin, li ber edliyeya li Amedê li hev civiyan û xwestin ku dengê wan hîn bêhtir bê bihîstin.

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên cezayên wan qediyaye û nayên berdan di roja 101’emîn de didome. Malbatan bi beşdariya nûner û rêveberên sazî û dezgehan li ber Edliyeya Amedê çalakiya xwe li dar xist. Polîsan çalakî dorpêç kir. Balkêş bû ku polîsan di navbera xwe de digot, “beşdariya kesan asteng bikin.”

Ji rêveberên OHD’ê Yusuf Çakas destnîşan kir ku ew wekhiqûqzanan li cem malbatan in û piştevaniya wan dikin. Çakas daxwazên malbatan rêz kir û got: “Daxwazên malbatan hiqûqî û însanî ne. Daxwaza daxwaza me ye jî. Em jî dixwazin ev hiqûq were sepandin. Di serdema nobeda edaletê de jî gelek cenaze ji girtîgehan derketin. Bangek girîng heye. Divê ev bang neyê piştguhkirin. Em bi malbatên xwe re ne.”

Xwişka girtî Hamdusena Ada, Reşehat Ada jî di çalakiyê de axivî û spasiya kesên piştevaniya wan dikin kir û ew naxwazin cenazeyên girtiyan ji girtîgehan derkeve û malbatên girtiyan ji rewşa wan bikar in.

Xwişka girtî Încî Guler jî xwest girtiyên nexweş werin berdan û got: “Em dixwazin qanûn werin sepandin. Em ê li her cihî daxwazên xwe bînin ziman. Em carek din bang li partiyên siyasî dikin ku guh bidin daxwazên me û bibin dengê me. Em dixwazin her kes çalakiya me bibîne. Em jiyanê diparêzin. Em dixwazin êdî bi zarokên xwe re bijîn.”

Nuray Abay a xizma girtî jî bi bîr xist ku çalakiya wan 100 roj li pey xwe hişt û daxwazên malbatan rêz kir û got: “Ya bila girtiyên me tedawî bikin an jî bila wan berdin em wan tedawî bikin.”

Dayika girtî Ciwan Boltan, Nazîme Boltan jî got: “Zarokên me li ber mirinê ne. Em dixwazin hiqûq were sepandin. Em ji bo zarokên xwe edaletê dixwazin.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.