Malazgîrt: Heta ku dijmin ji xaka pîroz bê avêtin, têkoşîna me wê dewam bike

Amed Malazgîrt: Gel û ciwanên Kurd divê li dijî zilma dewleta Tirk têbikoşin û xwedî li pêngavên şoreşgerî yên gerîla derkevin ku li Zap, Avaşîn û Metînayê tên meşandin.

Ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Amed Malazgîrt bi rêya cîhaza ragihandinê ji hêzên gerîla re axivî yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ne.

Malazgîrt destpêkê gerîlayên ku di nava berxwedanê de ne silav kir û wiha axivî:

"Artêşa Tirk a dagirker û qirker êvara 23'ê Nîsanê li qadeke berfireh a Metîna, Zap û Avaşînê dest bi operasyonekê kir. Di civîna xwe ya destpêka salê de me tespît kiribûn ku operasyoneke bi vî rengî wê dest pê bike. Ji xwe destpêkê di vê çarçoveyê de operasyona Garê dest pê kir. Lê belê artêşa Tirk di vê operasyonê de bi bin ket. Ji bo têkçûna xwe ya li operasyona Garê binixumîne, me texmîn dikir ku wê operasyoneke wiha bike.

Bi rêya van operasyonan, ku PKK'ê weke hincet nîşan dide, armanca wan a bingehîn li temamiya Başûrê Kurdistanê leşkerên xwe bi cih bikin, piştre jî li xeta Mûsil û Kerkûkêe bi cih bibin. Ev biryar jî sala 2016'an dan. Dewleta Tirk Mûsil û Kerkûkê weke xaka xwe dibîne. Ev dewlet îdîa dike ku ev xak berê ya dewleta Tirk e. Armanca xwe ew e ku dewlemendiya ser û binê erdê ya vê xakê bimêtin û dewlemendiya wê ya petrolê talan bikin.

KURD BI PKK'Ê BÛN XWEDÎ TÊGIHIŞTINA NETEWEYÎ

Dewleta Tirk baş zane u astengiya herî mezin a li pêşiya vê armanca wan, gerîlayên PKK'êe ye. Ji ber ku yê ku hişmendî û têgihiştina neteweyî da Kurdan, PKK ye. Ji bo wan tunekirina PKK'ê tê wateya tunekirina Kurdên azad ên berxwedêr û bi îrade. Lewma bi rengekî nemerdane êriş dikin.

Kîjan dewlet çek û cebilxaneyê didin dewleat Tirk û piştgiriya Erdogan ê dîktator û hikumeta wî dike, ew dewlet ji komkujiyên li dijî gelê Kurd û ciwanên Kurd berpirsyar e. Eger hêzên Ewropî û herêmî li ber van polîtîkayên dagirkerî û talankeriyê yên dewleta Tirk ranebin, hingî wê ji bo wan jî bibe gefeke mezin. Di rewşeke berevajî de wê paşerojê gelekî tehdeyê li Ewropayê jî bikin. Dewleta Tirk bi hêzên paramîlîter ên ji DAÎŞ û komên din ên çete peyda kiriye, ji xwe re artêşeke duyemîn av akiriye û vê artêşê jî ji bo çavê welatên rojavayî bitirsîne bi kar tîne.

BERXWEDANEKE BÊHEMPA TÊ MEŞANDIN

Divê gel û ciwanên Kurd li dijî zilma dewleta Tirk têbikoşin û xwedî li pêngavên şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê derkevin ku ji aliyê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ve li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê hatine destpêkirin. Berxwedana bêhempa ya hêzên me yên gerîla ya li Zap, Avaşîn û Metînayê di roja 12'an de ye. 12 roj in berxwedaneke bêhempa û dîrokî dewam dike. Mînak li Avaşînê ji du eniyan dest bi operasyonê kirin. Xeteke wê qada Mamreşo ye. Li qada Mamreşo ji bo tunekirina gerîlayên li çeperên stratejîk bi dehan balafirên şer û bi hejmareke zêde balafirên bêmirov û bi çek dest bi êrişê kirin. Li qada Mamreşo li girê Şehîd Mûnzûr hevalên me 10 rojan bi lehengî li ber xwe dan, nehiştin ku dijmin bikevin çeper û tunelên wan û gelek leşkerên dijmin ceza kirin. Hêza dijmin a ku derb xwar, pîvanên şer binpê kir û bi bikaranîna gaza kîmyewî li dijî çeperên şer û tunelên şer, hevalên me şehîd xist.

RÊBAZ Û ÎRADEYA LÊDANÊ YB BAZÊN ZAGROSÊ DÎT

Bi heman rengî li qada Mervanosê li Girê Şehîd Serdar hevalên me 12 roj in bi lehengî li ber xwe didin. Dijminê ku dixwze vî girî bi dest bixe bi balafiran û teqemeniyan hewl dide tunelan hilweşînin. Li vî girî çend caran gazên bi jehr bi kar anîn, lê nekarîn lê serwer bibin. Li vî girî hîn jî şer diqewime. Dijmin li Zagrosan di operasyona pençe-yildirim de rêbaz û îradeya Bazên Zagrosê dît. Dît ku dema komek ji hevalên me bixwaze dikare li girekî bi dehan rojî li dijî teknîka giran û bi sedan leşkerî li ber xwe bidin. Bi dayina gelek kuştiyan dîtin ku gerîla taktîka şer û taktîkên gerîlayên modern çawa bi hostatî bi kar tînin.

Gerîal derbên giran li dijmin xist, bi çalakiyên sabotajê, sûîqestê û lêdanê dijmin li qadê tevizand. Her wiha li Avaşînê li Girê Pîramîtê komek ji hevalên me di nava rojê de xwe berdan nava dijmin, di bin bi dehan balafirên bêmirov û biçek de xwe gihandin ser gir, dijminê li wir tune kir û dest danîn ser gelek alavên leşkerî. Her wiha li Zapê li qadên Qela Bêdewê û Cîlo yê Biçûk, hevalên me li dijî operasyonê bi lehengî li ber xwe dan, bi çalakiyên sabotaj, lêdanê û sûîqestê derbên giran li dijmin xist, li gelek baskan pêşî li dijmin hate girtin. Di heman demê de derb li du helîkopteran xistin. Xuya ye ku ev şer wê hîn bi dijwarî deewam bike. Di operasyona Pençe-Yildirim de li Avaşînê di 11 rojan de bi qasî agahiyên gihîştin ber destê me 11 hevalên me şehîd bûn. Ji van hevalên me Asya, Ekîn, Dilşêr û Çiyager hatin ragihandin. 7 hevalên me yên din dema ku nasnameya wan zelal bû wê sibe bên ragihandin. Li Zapê li Qela Bêdewê û Cîlo yê Biçûk di operasyona 11 rojan de hevalên me Delal, Viyan û Bawer şehîd bûn. Şehadeta van hevallên me ji xwe hate ragihandin. Di operasyonên Avaşîn û Zapê de dijmin gelek kuştî dan. Rojane li ser kuştiyên dijmin em agahiyan bi çapemeniyê re parve dikin. Rojên bê dema ku diyar bû em ê bîlançoya giştî ya operasyonê bi raya giştî re parve bikin.

LI HEMBERÎ BERXWEDANA GERÎLA NIKARIN BI PÊŞ VE BIÇIN

Ji berxwedana ku ji roja destpêkê ve tê kirin, eşkere dibe ku gerîlatiya serdema 21'ê bi pratîkeke serketî bi cih tê anîn. Li qada Metînayê dijmin hêzên xwe danîn ser Girê Zendûrayê. Li vê qadê şerekî giran qewimî. Hevalên me yên li vê derê li dijî hêza dijmin a ku dixwest bikevin çeperên şer bi çalakiyên sabotajê yên xurt kirin ku dijmin gelek kuştiyan bide. Li eniyê şerekî giran diqewime. Hevalên me li dijî dijmin bi lehengî li ber xw didin û nîşan didin ku wê rê nedin dijmin. Her wiha gavên taktîkî yên li van qadên me, bikaranîna Hêzên Parastina Hewayî encamê bi xwe re tîne.

Di vî şerê qirkirinê de ku bi komploya 1999'an re tê heman wateyê û ew dide destketiyên têkoşîna me ya 40 salî ji holê rake, em hemû hevrêyên xwe yên li qadên Mamreşo, Şehîd Serdar û Zendûrayê di tuneyên şer de bi ruhê fedayî yê Apoyî sekneke lehengiyê nîşan didin û rê nadin dijmin, silav dikin û ji niha ve serketina wan pîroz dikin. Her wiha hemû hevalên di pêngavên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê de ne silav dikin ku gav bi gav li Zagrosan dijmin dişopînin û nîşanî dijmin didin ku mîna baz xwe berdidin nava wan."

Fermandar Amed Malazgîrt bang li gelê Kurd, bi taybetî jî ciwanên Kurd hate kirin ku tevlî pêngava Bazên Zagrosan bibin û li her derê pêngava azadiyê xurt bikin.,

DIJMIN WÊ LI VÊ XAKÊ BÊ TÊKBIRIN

Amed Malazgîrt got, "Em; gerîlayên ku ruhê Apoyî pejirandine, soza ku me dane gelê xwe û mirovahiyê em ê heta dawiyê bi cih bînin. Li her parçeyên Kurdistanê û îro li Zagrosan em ê rê nedin dijmin û ji bo vê jî bi her awayî li ber xwe bidin. Gerîla wê heta dawiyê wezîfeya xwe pêk bîne. Bila kes ji vê gumanan neke. Berdêla divê çi be em ê ji bo xaka Kurdistanê bidin. Lê belê teqe wê dijmin li vê xakê bê têkbirin. Tiştekî ku em winda bikin nîne. Ji bilî çenteyê me û çeka me tiştekî me nîne. Yên ku tiştên winda bikin mezin e bila ew li vê yekê bifikirin.

Lê belê êriş ne tenê li dijî gerîla ye. Bi temamî hewl didin gelê me bitepisînin. Lewma divê berxwedan li her beşa civakê bê belavkirin û xurtkirin."

Fermandar Amed Malazgîrt bi taybetî bang li gel û ciwanên Bakurê Kurdistanê kir ku li dijî êrişa topyekûn bi rengekî topyekûn li ber xwe bidin û herî dawî got, "Ji bo nehêlin ku leşkerên dijmin pê li xaka Kurdistanê bike, em ê ala hevrêyên xwe yên ku bi canê xwe berdêl dane bilind bikin, heta ku hêza mêtinger ji xaka pîroz a Zagrosê derxînin em ê têkoşîna xwe dewam bikin."