MŞD û TAJÊ Xweseriya Demokratîk a Şengalê pîroz kirin

Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat û Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî bi daxuyaniyeke hevpar Xweseriya Demokratîk a Şengalê pîroz kirin.

Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat û Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî bi daxuyaniyeke hevpar Xweseriya Demokratîk a Şengalê pîroz kirin. Daxuyanî wisa ye:

“Piştî Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an civaka Êzidî berdêlên mezin da û kesî bawer nedikir ku civaka Êzidî ya li Şengalê karibe li ser piyan bisekine.

Bi saya Tevgera Azadiyê, Êzidiyên Şengalê ji tunebûnê rizgar bûn. Li ser paradîgmaya Rêber Apo xwe birêxistin kirin, sazî û dezgehên xwe vekirin û li dijî dijminê hovane DAIŞ’ê berxwedaneke bêhempa nîşan dan û gelek herêm rizgar kirin. Îro em dikarin bibêjin ku Xweseriya Demokratîk mafê me ye û êdî em ê tu derfetê nedin dijmin ku fermanê li ser civaka me pêk bînin.

Em Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat (MŞD)û Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) Xweseriya Demokratîk a ku îro hate ragihandin li gelê Şengalê û li tevahî Êzidxanê pîroz dikin.

Ji bo ku ev 23 xalên Xweseriya Demokratîk ji aliyê hemû welatan ve werin pejirandin, em ê bi dîplomasiya xwe ya navneteweyî bi hemû derfetên xwe bixebitin.”