Li Zaxoyê derb li leşkerên Tirk hate xistin: Gelek leşker mirin

Îro ber destê sibehê li dijî baregeha leşkerî ya Girê Biyê ya artêşa Tirk ku li nava sînorê Başûrê Kurdistanê ye çalakiyek hate kirin. Tê gotin ku gelek leşkerên Tirk hatine kuştin.

Çavkaniyên herêmî gotin, li dijî qereqola Girê Biyê ya li nêzî bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê danê vê sibehê saet 08:40'î çalakiyek hatiye kirin.

Tê gotin ku di encama çalakiyê de gelek leşker mirine û birîndar bûne. Her wiha tankek li nava qereqolê jî hat teqandin.

Piştî çalakiya li dijî qereqolê ku 200 leşkerên Tirk lê bûn, çûn û hatin li herêmê hate qedexekirin. Tê gotin, balafirên şer ên Tirk piştî çalakiyê bombe li derdora qereqolê barandine.

Nayê zanîn bê çalakî ji aliyê kê ve hatiye kirin.