Li Xarpêtê hejmara miriyan bû 41

Di erdehja li Xarpêtê de hejmara miriyan bû 41. Alîkariya HDP’ê ya ji bo gel ji aliyê polîs û cendermeyan ve tê astengkirin.

Di 24'ê Çile de li Xarpêtê erdhej pêk hat. Li Xarpêtê piştî di 24'ê Çile de erdheja hêza wê 6.8 pêl pêk hat, heta niha 41 kesan jiyana xwe ji dest da û Hezar û 607 kes jî birîndar bûn. Bi sedan xanî hilweşiyan. Li gorî daneyên AFAD'ê li Xarpêt û Meletiyê 76 avahî hilweşiyan û 645 avahiyan jî zerar dît. Piştî erdhej pêk hat, bi hezaran welatî li derve di nava şert û mercên zivistanê de dijîn. Li Xarpêtê ku serma dadikeve bin sifirê 10 pîleyan, welatî zahmetiyê dijîn.

Di lêkolînan de 3 kesên ji avahiya Dîlekê de asê mabun hatin rizgarkirin. Li gorî lêkolina AFAD'ê hemû kesên di bin enkazê de mabûn hatin derxstin. Ji Hezar û 607 kesên birîndar Hezar û 515 kes şandin malên wan. Heta niha 128 kesên ji bin kavilan hatin derxistin bi saxî hatin rizgarkirin. Bi giştî 41 kesan jiyana xwe ji dest dan.

AFAD, diyar kir ku li Xarpêt û Meletiyê 2 hezar û 945 avahî lekolîn kirine û ji van avahiyan Hezar û 521 avahiyan zerar dîtine û 87 avahî hilweşiya ne. Hezar û 287 avahiyan bi giranî zerar dîtine. Dîsa tespît kirine ku divê 12 avahî bên xerakirin.

HER KES BELAV DIKE, HDP TÊ ASTENGKIRIN

Alîkariya ji bo Xarpêtê didome, duh alîkariya ji aliyê Şaredariya Erxaeî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hatibû şandin, hate astengkirin û destûr nehate dayîn alîkarî bikeve bajêr û paşve hate şandin.

Alîkariya îro ya ji aliyê Şaredariya Qersê ya HDP’ê ve hatî şandin jî li navçeya Qowanciyan ji aliyê polîsan ve hate rawestandin. Polîsan dest danîn li ser TIR’ê û alîkariya tê de teslîmî rayedarên AFAD’ê kirin.

Diyar bû alîkariyên ji derveyî HDP’ê tê kirin tê dayîn lê alîkariya HDP’ê ya ji bo gel tê astengkirin.

‘JI DERVEYÎ KON TI ALÎKARIYEK NEHAT’

Heyeta ji HDP’ û Partiya Soslayîst a Bindestan pêk tê lir navçeyên Şîro û Doganyol lêkolîn kirin.

Hate gotin ku li herêmê mala sax nemaye û yên mayîn jî dinava rîskeke mezin de ne. Gel ragihandin ku ji derveyî kon heta niha ti alîkairyek din bi wan re nehatiye kirin.

Heyet piştre çû Taxa Gokçe ya Doganyolê û beşdarî konê sersaxiyê bû.

HDP’Ê PIRSÎ: WE ÇIMA TEVDÎR NEGIRT?

Parlameterên HDP’ê alîkariyên piştî erdhejê ji gel re tê dayîn yan ne û paşve şandina alîkairyên HDP’ê bir rojeva Meclîsê.

Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û Alîkarê Hevserokatiya Giştî yê ji Ekolojiyê Berpirsyar Mûrat Çepnî wiha pirsîn; “Beriya erdhejê gelek zanyaran hişyarî da li beramberî vê gelo sedemê tevdîrnegirtina we çiye?”.