Li Xaneqînê teqîn: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn

Li Xaneqînê ku par rêveberiya navendî ya Iraqê dest li ser danîbû, êrîşeke bombeyî li dijî milîsên Heşdî Şebî çêbû. Di êrîşê de milîsek hate kuştin, 4 birîndar bûn.

Li gorî agahiyên berdest li bajarokê Sidiyê ya  Xaneqînê dema ku wesayiteke hêzên Heşdî Şebî derbas dibû mayin teqiyaye.

Jêderên xwecih diyar kirin di encama teqînê de endamekî Heşdî Şebî hatiye kuştin, 4 birîndar bûne. Têkilî teqînê lêpirsîn hate destpêkirin.

Van demên dawî nexasim li herêmên Xaneqîn û Kerkûkê teqîn zêde bûn. 15'ê Cotmehê li gundê Ûsiv Beg a Xaneqînê 2 mayin li pey hev teqiyan. Dema teqînê polîsek birîndar bû.

Herî dawî 17'ê Îlonê çeteyên DAÎŞ'ê li Xaneqînê êrîş biribûn ser gundê Qayê ya nehyeya Gulala, ku Kurd û Erebên şiî bi hev re lê dijîn. Dema êrîşê 7 sivîl birîndar bûbûn.

Li Kerkûkê herî dawî 13'ê Cotmehê wesayiteke bombebarkirî hatibû teqandin û 6 kes birîndar bûbûn.