Li Xaneqînê ji ber teqînekê polîsek birîndar bû
Li bajarokê Xaneqînê yê Diyalayê, ji ber teqînekê polîsek birîndar bû.
Li bajarokê Xaneqînê yê Diyalayê, ji ber teqînekê polîsek birîndar bû.
Îro saet 5'an, li bajarokê Xaneqîn ê Diyalayê, li nêzî Fakulteya Zanyariyên Civakî ya Zanîngeha Germiyanê û Koleja Ziman, bomeyeke ku li wesayitekê hatibû bicihkirin teqiya.
Li gorî agahiyan, wesayita ku bombe lê hatibû bicihkirin wesayita polîsekî bû. Dema ku polîs wesayita xwe xebitand teqînê rû da. Ji ber teqînê polîs birîndar bû. Polîs Qasim Mİhemed ê birîndar rakirin Nexweşxaneya Şoreş a li Silêmanî.