Li Xaneqînê ji ber teqînê kesekî jiyana xwe ji dest da

Li bajarokê Gulale yê navçeya Xaneqînê mayînek teqiya. Di encama teqînê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Îro serê sibehê li gundê Îslah ê li Bakurê bajarokê Gulale yê Xaneqîn ê Başûrê Kurdistanê mayînek ku berê hatibû çandin teqiya.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên polîsên Gulale hatin standin, di encama teqînê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Hêjayê gotinê ye di 18’ê Tîrmehê de jî mayînek li nêzî taxa Tecnid a bajarokê Gulale teqiya bû. Di encamê de 5 sivîl û 2 karmendên polîsan birîndar bibûn.

Di demên dawî de liv û tevgera çeteyên DAÎŞ'ê li derdora bajarokê Gulale yê navçeya Xaneqîn zêde bûye.