Li Xakurkê çalakî, li Dersimê jî operasyon û şer

Di çalakiya gerîlayên HPG/YJA Star ên li Xakurkê lidar xistin de leşkerek hatiye kuştin. Di şerê navbera leşkerên Tirk ên li Dersimê derketibûn operasyonê  gerîlayan de 3 gerîla şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

XAKURKÊ

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî operasyonên dagirkeriyê yên li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin çalakî hatin kirin. Di vê çarçoveyê de;

10’ê Îlonê hêzên me saet 09:50’an li dijî hêzên dijmin ên li Girê Şehîd Botan bi cih bibûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiya bi başî li dijmin hate xistin de leşkerek hate kuştin.

11’ê Îlonê saet 09:00’ê hêzên me li dijî leşkerên artêşa Tirk ên li nêzî Girê Şehîd Sarya bicih bûbûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiya bi dijwarî li kozik û çeperên dijmin hate xistin de, hejmara kuştî û birîndaran nehate zelalokirin.

Piştî van çalakiyan artêşa TC’ê bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirine. Yekîneyên me yên çalakî kirin bi saxî û silametî vegeriyan navendên xwe.

DERSIM

26’ê Tebaxê artêşaTC’ê li devera Margeyik a girêdayî navenda Dersimê dest bi operasyonekê kiribû. 27’ê Tebaxê saet derdorî 03:00’an di navbera yekîneyên me û dijmin de şer rûdabû. Di şer û bomberdûmana li vir pêkhatî de hevrêyek me şehîd bû. Ev operasyon bi yekîneyên veşartî yên li herêmê hatine bicihkirin didomin. Em ê piştre nasnameya hevrêyê xwe yê şehîd bûye bi raya giştî re parve bikin.

Artêşa Tirk a dagirker di 27’ê Tebaxê de li qada gundê Leskan ê Pilûra Dersimê operasyonek daye destpêkirin. Artêşa Tirk a dagirker di 28’ê Tebaxê de di destê sibehê de leşker aniye qadê. Li vê derê di navbera artêşa Tirk a dagirker û hêzên me şerekî giran çêbûye. Şer heta nîvro domiyaye û di van şeran de gelek leşker mirine û birîndar bûne. Rêhevalên me Bawer û Zinar heta fîşeka xwe ya dawîn şer kirine û şehîd bûne. Êvarî operasyonê xwe ji qadê vekişandiye. Nasnameya hevrêyên me yên şehîd wisa ye:

Nasnav: Bawer Dersim
Nav û Paşnav: Denîz Karakûş
Cihê Jidayikbûnê: Dersim
Navê Dayikê- Bav: Mûnevver – Alîşan
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Dersim 28’ê Tebaxa 2019

Bawer – Denîz Karakûş

Nasnav: Zinar Sumbul
Nav û Paşnav: Hayrettîn Akdogan
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayikê- Bav: Emîne – Selahattîn
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Dersim 28’ê Tebaxa 2019

Zinar – Hayrettîn Akdogan

ZINAR SUMBÛL

Hevrê Zinar li Colemêrgê di nav malbateke welatparêz de hatiye dinyayê. Hevrê Zinar bûye şahidê êrîşên dagirker ên li ser axa xwe û li hemberî van êrîşan di sala 2010’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Hevrê Zinar tu carî dev ji lêgerîna heqîqetê bernedaye û bi asta îdeolojîk û felsefîk her dem bandor li hevrêyên xwe kiriye. Hevrê Zinar heta dawiyê girêdayî Rêber Apo bûye û di nav têkoşînê de serkeftinên mezin bi dest xistiye.  Herî dawîn jî li qada Dêrsimê li hemberî operasyonên dagirker ên dewletê bi qehremanî şer kiriye.

BAWER DERSIM

Hevrê Bawer jî di sala 1990’an de li Dersimê ji dayik bûye.  Polîtîkayên şerê qirêj ên dijmin di temenekî biçûk de dîtiye û tu carî dijminatiya hêzên dagirker qebûl nekiriye. Hevrê Bawer di sala 2015’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye û bi exlaqê ji Dersimê wergirtiye û bi felsefeya Rêber Apo ya azadiyê xwe wekî şervanekî azadiyê gihandiye. Rêheval Bawer ji roja ku tevlî nav refan bûye li Çiyayên Dersimê têkoşiyaye û bûye şervanekî pêşeng ê Tevgera Azadiyê. Hevrê Bawer li hemberî dijmin bi qehremanî li ber xwe daye û bûye nûnerê biryardariyê.

Malbatên Hevrêyên me yên şehîd Zinar û Bawer di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê alaya wan a têkoşînê bigihînin serfiraziyê.

ZAP Û GARE

Êrîşên hewayî yên balafirên şer ên artêşa TC’ê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî didomin. Detayên êrîşan wiha ne;

10’ê Îlonê saet derdorî 15:00’an balafirên şer li gel devera Gundê Şêx ê girêdayî Garê derdora gundê Yekmalê ya girêdayî Herêma Metînayê bombe kirin.

11’ê Îlonê saet 18:30’ê jî balafirên şer bombe li devera Gundê Gileha ya Herêma Zapê û Girê Bahar barandin.

Di van bomberdûmanan de ti windahiyên hêzên me nîne.”