Li Wargeha KYK a Îdirê çalakiyên şermezarkirinê dewam dikin

Li wargeha KYK a Îdirê xwepêşandana xwendekaran a şermezarkirinê dewam dike. Polîsan bi gotina 'Me wêneyên we kişand, hûn ê bibînin' gef li xwendekaran xwarin.

Li Saziya Wargehan a Kredî (KYK) a Zanîngeha Îdirê, xwepêşandanên şermezarkirinê yên li ser xwarinê meheke dewam dike. Li gorî agahiyan, îhaleya xwarinê pêşkêşî fîrmayeke alîgirê hikumetê hatiye kirin û xwarina tê dayin jî nebaş e, gelekî buha ji xwendekaran re tê firotin.

Xwendekaran gotin, xwarina bingehîn a li wargehê bi 8.5 TL, birinc bi 4.5 TL, nanekî nîvî bi 1.25 qurişî têne firotin. Li wargehê ku tostek bi 11 TL'î tê firotin, fîşa taştê jî bi 6.5 TL'î tê firotin.

SEROKÊ BASKÊN CIWANAN Ê AKP'Ê HATE ŞERMEZARKIRIN

Xwepêşandanên şermezarkirina buhayê xwarinê meheke dewam dike.

Li ser van çalakiyan, Serokê Baskên Ciwanan ê Îdirê yê AKP'ê Mûhammet Çaglar xwest ku li wargehê bi xwendekaran re hevdîtinê bike.

Çaglar û yên pê re bi artêşeke ji polîsan kete hundirê wargehê. Xwendekaran jî bi dirûşma "Siyaset derkeve derve" Çaglar şermezar kirin.

Lê belê polîsan dest li xwendekaran werdan û bi gotina "Me dîmenê we kişand, hûn ê bibînin" gef li xwendekaran xwarin. Polîsan her wiha li gelek xwendekaran dan.

Xwepêşandanên şermezarkirinê yên li wargeha KYK'ê dewam dikin.