Li Wanê rîska şewba beraz û çûkan

Li Îranê ji ber şewba çûkan 110 kes mirin. Wan û bajarên din ên li ser sînor jî di bin rîskê de ne.

Ji meha Îlonê û heta niha li Îranê ji ber şewba çûk û berazan nêzî sê hezar kes hatin tedawîkirin, 110 kes jî mirin. Ji ber nexweşiyên şewba çûkan zêde dibe, Wan di serî de li gelek bajaran jî fikar çêdibin.

Tûrîstên ji Îranê yên ku ji bo ger û danûstendinê tên, di rojên dawîn de ji bo tedawiyê tên bajêr. Di mehên Kanûn û Çileyê de kesên ji Îranê bi komî ji bo tedawiya şewba çûkan tên nexweşxaneyan.

Hevserokê Şaxa Wanê ya SES’ê Sezer Orenç derbarê vê meseleyê got ku “Mixabin şewba çûk û berazan a li Îranê ji ser Wanê dikeve nav welat. Li gorî Wezareta Tendirustiyê ya Îranê ji ber vê şewbê gelek kes mirin û tedawiya bi sedan kesan jî didome. Divê li deriyên sînor kontrolên tendirustiyê werin zêdekirin û bi pergalî were kirin.

Orenç diyar kir ku çend roj berê li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê kesek ji ber nexweşiyeke ‘bi guman’ miriye û got ku “Mixabin gelek kes ji ber nexweşiyên bi guman li Nexweşxaneya Herêmê û Nexweşxaneya Lêkolînê tên tedawîkirin.”