Li Wanê qirkirina siyasî: Gelek kes hatin destgîrkirin
Li Wanê û navçeyên wê di operasyonên qirkirina siyasî de rêveberên HDP'ê jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.
Li Wanê û navçeyên wê di operasyonên qirkirina siyasî de rêveberên HDP'ê jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.
Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê û navçeyên navendî, vê sibehê bi hevdemî avêtin ser malan.
Di serdegirtinan de Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Qelqeliyê Sakîne Kûtpinar, rêveberê navçeyê Kenan Ozmaya, endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê; Dervîş Hazir, Şakir Tosûn, Zana Îşler, rêveberê berê yê HDP'ê Cevdet Guçlu, Aslan Ayaz, Şemsettîn Akyol, Kûdret Akyol, Ayhan Kilinç, Alî Bagci, Ubeyt Oranli û Borî Şanli hatin destgîrkirin.
Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Wanê.