Li Wanê Nobeda Demokrasiyê: Tenê aşitî dikare vî welatî rizgar bike

Li Wanê Nobeda Demokrasiyê ya li dijî qeyûm di roja 24’an de ye. Di çalakiyê Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu axivî, banga destpêkirina pêvajoyekî nû ya bi Ocalan re kir û wiha got; “Tenê aşitî dikare vî welatî rizgar bike.”

Di Nobeda Demokrasiyê ya li pêşiya avahiya HDP’ê ya Rêya Armûşê de daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.

Parlamenterên HDP’ê, Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Mirov Mehmet Kamaç, Dayikên Aşitiyê, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes  beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn.

Polîsan herêma ku daxuyanî lê were dayîn bi wesayîtan dorpêç kir û tevlîbûna gel a ji bo çalakiyê asteng kirin.

Çalakgeran pankarta “Ne îradeya qeyûm îradeya gel” vekirin û daxuyanî dan çapemeniyê.

Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu û Mehmet Kamaç ku beşdarî çalakiya nobedê bûbûn axivîn.

Surucu wiha got; “Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe ya li dijî vê desteserkirinê bidomînin. Sedemek yê tayînkirina qeyûman sîstema hevserokatiyê ye. Em jin vê hincetê jî şermezar dikin. Em ê heta dawiyê sîstema hevserokatiyê biparêzin. Sîstema hevserokatiyê xeta me ya sor û mor e.”

Surucu diyar kir ku bi tayinkirina qeyûman re destpêkê destkeftiyên jinan hatiye hedef kirin û wiha domand; “Rêzdar Ocalan bi gotina ‘Ez dikarim doza Kurd di nava hefteyekê de çareser bikim’ bang li desthilatdariyê kir. Lê weke hûn dizanin di nava hefteyekê de qeyûm tayînî sê şaredariyên bajarê mezin kirin. Bi qeyûman bersiv dan banga Rêzdar Ocalan. Di nava vê kaosê de tenê bi çareserkirina doza Kurd re hûn dikarin ji nav derkevin. Yekane muxatabê aştiyekî bi rûmet Rêzdar Ocalan e. Em carek din bang li desthilatdariyê dikin; dev ji polîtîkayên qeyûm û desteserkirîna vîna gel berdin, ji bo çareseriya doza Kurd û aştiyeke bi rûmet bi Rêzdar Ocalan re pêvajoyekî nû bidin destpêkirin. Tenê aştî dikare vî welatî rizgar bike.”

Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Mirov Mehmet Kamaç jî got yekane rêya çareseriyê rêbazên aştiyane ye û li dijî qeyûman divê her kes têbikoşe. Çalakiya nobedê bi dirûşmeyan bi dawî bû.