Li Wanê nan 2 caran buha bû

Li Wanê di nava 10 mehan de cara duyemîn buhayê nan hate zêdekirin. Nanekî bi 250 gramî bû 1.80 lîre.

Li Wanê li pey hev buhayê nan hate zêdekirin ku ev yek bûye sedema nerazîbûnan. Xwediyê firinan dibêjin, ji ber zêdebûna buhayê ard, rûn û sotemeniyê ew neçar mane buhayê nan zêde bikin.

Li Wanê, meha Çileyê bi 25 qurişî buhayê nan hatibû zêdekirin. Niha jî di meha Cotmehê de bi 30 qurişên din nan biha bû. Meha Çileyê nanekî bi 210 gramî 1.25 qurişî bû, niha bûye 1.80 qurişî.

Ahmet Ceylan ku li Wanê karê firinê dike, dibêje ji ber zema li ard, rûn, elektrîk, gaz û madeyên din hatiye kirin, wan jî buhayê nan zêde kirine.

Muslim Kaya jî nerazîbûn nîşan da ku di nava 10 mehan de 2 caran zem li nên bûye û got, "Ji xwe derfetê me yê kar li vir tune ye. Piraniya mirov li karên înşaetê dixebitin. Ez jî karkerekî înşaetê me. Bi sarbûna hewayê re derfetê me yê karkirina li înşaetan jî nema. Di nava van şert û mercên giran de zêdekirina buhayê nan qet nebaş bû. Em niha bûne hewcedarê nanê tisî. Yekane berpirsarê vê jî desthilatdarî ye. Ew û alîgirê wan li qesrê dijîn, gel jî di nava sefaletê de ye."