Li Wanê mizgeft li pêşiya dêrê çêkirin

Siyaseta AKP'ê ya dijberiya li çand û baweriyên cuda dewam dike. Li Wanê li pêşiya Dêra Yedî û Dêra Kevorkê yên dîrokî mizgeft hate çêkirin. Dêra Ezîz Bartholomeûs jî li ber hilweşînê ye, tenê dîwarek ji ber dêrê maye.

Li Wanê ku demekê nifûsa Ermenan lê zêde bû, nêzî 100 dêrê ji gelê Ermen mane, lê hene. Lê belê salên dawî bi taybetî hikumeta AKP'ê piraniya dêran hilweşand û gelek dêr jî kir axur. Çend dêrên mane jî eger rewş bi vî rengî bidome wê tune bibin. Ji sed dêrên gelê Ermen tenê dêrên Aktamar, Ezîz Bartholomeûs û Dêra Yedî mane. Bi eleqeya navneteweyî û zexta raya giştî li Girava Axtamarê hin restorasyon hate kirin û bi vî rengî dêr hate parastin.

Dêra Yedî (Keşîşxaneya Varaganak) a Ermenan li gundê Bakraçli yê li quntara çiyayê Erekê ye. Ji ber ku demeke dirêj weke axurê hate bikaranîn banê wê hliweşiya. Dîwarên Dêra Yedî jî li ber hilweşînê ne. Li vê keşîşxaneyê oldarên girîng hatin perwerdeikrin. Yek ji taybetmendiyên girîng ên vê dêrê ew e ku Rojnameya Van Kartali ya ku serxwebûna Ermenistanê diparast yekemcar li vê dêrê hate çapkirin.

Keşîşxaneya ku banê wê bi dar û textan ji aliyê gundiyan ve hatiye girtin, dîwarên wê jî li ber hilweşînê ne. Li qada keşîşxaneyê ku di asta destpêkê de qada sîtê ye, divê destûr neyê dayin ku li dora wê avahî bên çêkirin. Lê belê keşîşxane bi xanî û mizgefta li dora wê hatine çêkirin, xuya nake.

DÊRA EZÎZ BARTHOLOMEÛS KIRIN QEREQOL

Dêra Sûrp Kevrok û Vanka Sûrp Astvadzadzîn ên li taxa Donemeçê ji ber xemsariyê li ber hilweşînê ne. Beriya Qirkirina 1915'an 678 Ermen li vî gundî bûn. Ji Dêra Sûrp Kevrokê niha tenê dîwarek maye. Dêr heta salên 1990'î parastî bû. Li kêleka dêrê mizgeftek hatiye çêkirin. Rayedarên hikumetê îdîa dikin ku dêr di dema erdhejê de hilweşiya ye. Derdora dêrê bi kortên ku ji aliyê xezînegeran ve hatine kolandin tijî ye.

Yek ji nirxên girîng ên Wanê jî Keşîşxaneya Ezîz Bartheolomeûs a li navçeya Elbakê ye. Nêzî sed sal in li benda restorekirinê ye. Lê belê her roj tiştek ji dîwarên keşîşxaneyê tê birin. Keşîşxaneya Ezîz Bartheolomeûs li gundê Albayrak ê Elbakê ye. Di sedsalên 13 û 14'an de hatiye çêkirin. Dêr di salên 1990'î de kirin qereqol. Piştî ku sala 2013'an qereqola Albayrakê birin devereke din, li dêrê ti karekî nûkirinê nehate kirin.

Dêra Çarpanak a dîrokî jî ku di sedsala 9'an de hatiye çêkirin li Girava Çarpğanak a Gola Wanê ye, lê li ber hilweşînê ye. Dêra dîrokî ya li girava li nêzî gundê Dîbekduzu yê Wanê, li ber hilweşînê ye û li benda tamîrê ye.

KEŞÎŞXANEYA ARDZVAPER HATE HILWEŞANDIN

Keşîşxaneya Ardzvaper a li taxa Salmanaga ya navçeya Erdîşê ya Wanê, mîna Dêra Hac a Ermenî ya dîrokî ya li gundê Hacikaşê bi temamî li ber hilweşînê ye. Gelek caran ji aliyê xezîngeran ve hate talankirin û niha jî ji ber xemsariyê li ber tunebûnê ye.

Alî Kalçik diyar kir ku ji 100 dêrên Ermenan ên li Wanê piraniya wan tenê bingeha wan mane û got, "Hin ji dêran dikarin bên restorekirin û bên vekirin. Li gundê Înê, li Elbakê dêrên me hene ku li ber tunebûnê ne... Li Wanê li pêşiya dêran mizgeft tên çêkirin yan jî dêran dikin qereqol. Lewma Ayasofya ne kiryareke destpêkê ye. Ji berê ve hewl dan dîrokê ji holê rakin, tune bikin."