Li Wanê komplo hate şermezarkirin, li dijî tecrîdê banga têkoşînê hate kirin

Li Wanê, komploya navneteweyî hate şermezarkirin û li dijî tecrîdê banga ji bo mezinkirina têkoşînê hate kirin. Di çalakiyê de hate gotin, "Her ku Birêz Ocalan biaxive, wê derfetên ji bo çareseriya demokratîk jî zêde bibin."

Komploya navneteweyî ku 15'ê Sibata 1999'an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, di salvegera 23'an de li Wanê ji aliyê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêxistinên civakî yên demokratîk ve bi daxuyaniyeke girseyî hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de ku li Kolana Hunerê ya Wanê pêk hat, tevî nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî, gelek kes amade bûn. Di dema daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Tecrîdê rakin, deriyê Îmraliyê vekin, aştiyê ava bikin" hate hildan.

'ÇARESERIYA DEMOKRATÎK BI RAKIRINA TECRÎDÊ DIBE'

Rêveberê HDP'ê yê Wanê Omer Işik diyar kir ku komploya 15'ê Sibata 1999'an li dijî Abdullah Ocalan hate kirin, li dijî daxwaza aştî, edalet û azadiyê ya di pirsgirêka Kurd de bû. Işik komplo weke roja êrişa li dijî azadî, hebûn û paşeroja gelê Kurd pênase kir û got, "Bi têkoşîna gelan û bi sekna Birêz Ocalan a li Îmraliyê komploya navneteweyî negihîşt armanca xwe. Li Kurdistanê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn her ku têkoşîna demokrasiyê ya gelan bi pêş ket û li nava raya giştî ya cîhanê hate dîtin, desthilatdariya AKP-MHP'ê bêhtir berê xwe da tecrîdê, polîtîkayên şer, bêedaletî û înkarê. Bi vê armancê di 5'ê Nîsana 2015'an de ji bo fetisandina daxwaza aştiyê ya gelên Tirkiyeyê tecrîda li ser Birêz Ocalan ji nû ve girantir kiriye. Tevî polîtîkayên tecrîdê daxwaza gelên Tirkiyeyê ya ji bo wekhevî û azadiyê û Komara Demokratîk, hewl dan ji qada siyasî û civakî ji holê rakin."

Işik destnîşan kir ku divê bi lezgînî tecrîda giran a li Îmraliyê bê rakirin û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, pêşî li Abdullah Ocalan bê vekirin ku fikrên xwe bigihîne raya giştî.

Işik got, "Her ku birêz Ocalan diaxive derfetên ji bo çareseriya demokratîk û danûstandinan zêde dibin. Ji şêweyê revandina birêz Ocalan heta bi girtina li Îmraliyê, ji ber ku qanûn derbas nabe, mîna çala reş a hiqûqa navneteweyî ye. Bi taybetî van salên dawî birîna cezayê dîsîplînê, zemînê dijminatî û êşkenceya bi rêk û pêk radixe pêş çavan. Em ji tenduristî û ewlehiya Birêz Ocalan bi fikar in. Ya ku bêhiqûqiya li Îmraliyê ji holê rake, têkoşîna hevpar a gelên me ye, hêzên demokrasiyê ye."

Işik bang li saziyên siyasetê, rêxistinên civakî û rêxistinên mafên mirovan kir ku li dijî tecrîdê têbikoşe.

Piştî daxuyaniyê ji bo 5 deqeyan çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Girseya gel dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zindanan" qîriya.