Li Wanê dema qedexeyên kêfî bi 15 rojên din hate dirêjkirin
Walîtiya Wanê ragihand ku ji bo dema 15 rojan çalakî û şahiyên li bajêr hatine qedexekirin.
Walîtiya Wanê ragihand ku ji bo dema 15 rojan çalakî û şahiyên li bajêr hatine qedexekirin.
Li bajarê Wanê qedexekirina çalakî û şahiyên li nav bajêr berdewam dike. Walîtiya Wanê ragihand ku çalakî û şahiyên wek kampanya îmzeyan, belavkirina belavokan, xwepêşandan, mitîng, civîn, vekirina konan û çalakiya rûniştinê ji bo dema 15 rojan hatine qedexekirin.
Qedexe di 28'ê Sibatê de dest pê dike wê heta 14'ê Adarê berdewam bike.