Li Wanê jendirme esnafan kontrol dike!
Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê ya ku hatibû xespkirin, kontrolkirin û venêrîna kargeh û dikanan dewrî jendirmeyan kir.
Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê ya ku hatibû xespkirin, kontrolkirin û venêrîna kargeh û dikanan dewrî jendirmeyan kir.
Li Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê personelên di nava şaredariyê de dewrî polîsan hatiye kirin û karên li derve jî ji aliyê jendirmeyan tê kirin. Piştî fermana Wezîrê Karên Hundirîn ê Tirkiyeyê Suleyman Soylû ya derbarê kontrolkirina dikanan de, qeyûmê şaredariya Rêya Armûşê Cemîl Ozturk, karê zabiteyan dewrî jendirmeyan kir.
Jendirmeyan duh tevî zabiteyan li Taxa Erçekê ya Rêya Armûşê çûn kontrol û venêrîna kargeh û dikanan.