Li Wanê greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 3’an de didome

140 girtiyên ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tên ragirtin dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Çalakiya greva birçîbûnê di roja 3’an de didome.

Girtiyên ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tên ragirtin, ji bo mirina Ramazan Tûran ê 70 salî ku di 21’ê Çile de bi awayekî biguman di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dabû bê lêkolînkirin, di 10’ê Sibatê de ji bo 3 rojan çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin. Çalakiya ku 140 girtiyan da destpêkirin di kete roja 3’yan. 

Tê payîn ku çalakiya greva birçîbûnê îro were bi dawî kirin. Daxwazên girtiyan yên din jî wiha ne: 

“* Divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  were rakirin

* Girtiyên nexweş bên berdan û mafên wan ên dermankirinê neyên astengkirin, 

* Divê rêveberiya girtîgehê dest ji helwesta xwe ya li hemberî girtiyan berde, 

* Bila serdegirtinên qawişan ên hefteyê 3 rojan tên kirin bên bidawîkirin,

* Divê Lijneya Rêveberî û Şopandinê ya Girtîgehê dest ji raporkirina rewşên kêyfî û xerab berde, 

* Divê dest ji astengkirina aktîvîteyên civakî yên bi hinceta pandemiyê nayên kirin, were berdan.”