Li Wanê çalakiya ji bo Efrînê: Em li ber dagirkeriyê rabin!

Li Wanê, êrîşa AKP'ê ya ji bo dagirkirina Efrînê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate şermezarkirin.

Ciwanên ku duh bi şev li Wanê li hev civiyan, li taxên Şehîd Firat û Hacibekîrê êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin. Ji ber êrîşa polîsan li van taxan şer derket û şer heta ber destê sibehê dewam kir.

Êrîşa dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Efrînê, ji aliyê Rêxistina HDP'ê ya Wanê ve jî bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya girseyî hate şermezarkirin.

Daxuyanî li ber avahiya HDP'ê ya Wanê ji aliyê rêveberê HDP'ê yê bajêr Ozgur Aras ve hate dayin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin êrîşa li ser Efrînê li dijî tevahiya Kurdan û hemû gelên bindest e û hat gotin, "Li hemberî van êrîşan em bang li tevahiya gelê xwe û raya giştî ya navneteweyî dikin ku bêdeng nemînin û bangên aştiyê zêde bikin."

Piştî daxuyaniyê girseya gel bi qîrîna dirûşman êrîşên dagirkeriyê şermezar kir.