Li Wanê bûyereke din a êşkenceyê

Li Erdîşê ya Wanê 2 kesên ku ji hêla jandarmayên ve hatin destgîr kirin, êşkence li wan hate kirin. Du ciwanên ku êşkence li wan hatin kirin, piştre hatin girtin.

Beriya hilbijartina xwecihî AKP li Erdîşê bi polîs û leşkeran zexta xwe ya li ser gel zêde kir. Nexasim van demên dawî polîs û leşker bi ser sedan malî de girtin, bi sedan kes destgîr kirin û bi dehan kes girtin. Li navçeyê van 22 rojên dawî 90 kes hatin destgîrkirin, 47 kes hatin gritin. Bi van girtinan re li Erdîşê van 2 mehên dawî bi ser 200 malî de hate girtin. Ev gelek caran nûçe tên ku li Wan û navçeyên wê dema destgîrkirinê êşkence tê kirin. Herî dawî derketibû holê 3 zarokên ku hatibûn destgîrkirin êşkence li wan hatibû kirin.

4 ROJAN ÊŞKENCE LI CIWANAN KIRIN

Hefteya bihurî jandarmayên Tirk li gundê Papişkinê yê Erdîşê bi ser malan de girt.  4 rojan êşkence li ciwanên bi navê Înan Dîlmaç (19), Bulent Saklar (18) kirin. Hate gotin ciwanên ku hatibû destgîrkirin laşê wan ji êşkenceyê şîn û reş bûye. Ciwanên ku 4 rojan destgirkirî man, piştre hatin girtin.

JANDARMA EV HEFTEYEK E KU DORA GUND PÊÇA NE

Hate gotin ev nêzî hefteyeke gundê Papişkinê ji hêla jandarmayan ve dora wê hatiye pêçan. Tê gotin hefteyekê li pêşiya gund jandarma disekine û carinan jî li nav gund dewriyê dikin. Di hilbijartina xwecihî de ya sala 2014'an gundê DBP'ê nêzî 100 dengî standibû. Li gund, ku AKP hema hema hîç dengan nastîne, van demên dawî zext hatine zêdekirin. Li gorî şahidên bûyerê, Fermandarê Qereqola Jandarma ya Erdîşê ji leşkeran re gotiye, ''we çima ev destgîr kirin, hema li wir ew bikuştana''.