Li Wanê bîlançoya 3 mehan a binpêkirina mafan hate eşkerekirin

Şaxa ÎHD’ê ya Wanê, têkildarî binpêkirina mafê mirovan a 3 mehên îsal bi raporekê eşkere kir.

Şaxa Mafê Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê, têkildarî îxlalên mafê mirovan ên 3 mehên îsal a li bajêr bi raporekê eşkere kir.Rapor bi civînekê ya li avahiya bajêr hate eşkerekirin. Serokê Şaxê ÎHD’ê yê bajarê Wanê Mûrat Melet axivî û anî ziman ku di gelek aliyan de mafê mirovan hatiye binpêkirin.

Rêvebera ÎHD’ê Zeynep Altûn jî rapor bi raya giştî re eşkere kir. Altûn anî ziman ku piştî îlana Rewşa Awarte û biryarên bi Biryarnameya di Hikmên Qanûnê de, ji mafê azadiya raderbirîn bigire heta azadiya çapemenî, warê aborî û siyasî di gelek qadan de mafê mirovan hatiye îxlalkirin.

Altûn bal kişand ser asta xextan û got: “Di pêvajoya 21 mehên Rewşa Awarte de zextên mezin li ser çapemeniyê tên kirin û îro gelek rojname, rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê hê jî di girtîgehan de ne. Her wiha li bajêr ev demeke civîn, meş û mîtîng hatine qedexekirin.”

ÎXLALÊN MAFÊ MIROVAN ÊN NAVA 3 MEHAN DE LI WANÊ RÛDAYÎN

Altûn wiha got: “Di serê 3 mehên sala 2018’an de li bajarê me, li gorî daneyên hatine zelalkirin, 127 kes hatine destgîrkirin, 41 kes hatine girtin, herî kêm avêtine ser 113 malan. Di nava sê mehan de bi qasî heta zelalakirin 208 îxlalên mafê mirovan pêk hatiye. Lê em baş dizanin ku ev hejmar rastiyê îfade nake û îxlalên mafê mirovan hê zêdetirin.”

BÎLANÇO

Îxlalên mafên mirovan ên di raporê de hatine eşkerekirin wiha ne:

Kuştınên kiryarên wan ne diyar: 1

Koçberên ku jiyana xwe ji dest dane: 2

Erkdarên ewlekariyê yên mirine: 2

Milîtanên rêxistinê yên jiyana xwe ji dest dane: 6

Întixara jinan: 1

Jinên ku di nava malê de şidet li ser tê kirin: 1

Întixara zarokan: 1

Li girtîgehan êşkence û nêzîkatiyên xirab: 11

Kesên hatine destgîrkirin: 127

Kesên hatine girtin: 41

Serdegirtina Malan: 113

Koçberên ku hatine destgîrkirin 148

Sewqiyatên li girtîgehan 148

Îxlalên di warê tenduristiyê de yên li girtîgehan: 6

Kesên ji kar hatine dûrxistin: 741