Li Wanê bi sedhezaran kes herikî qada Newrozê
Li Wanê bi sedhezaran kes bi cil û bergên neteweyî û dirûşmeyên berxwedanê diherikin qada Newrozê.
Li Wanê bi sedhezaran kes bi cil û bergên neteweyî û dirûşmeyên berxwedanê diherikin qada Newrozê.
Newroz îsal li Wanê bi dirûşma "Em ê dawî li tecrîdê bînin, teqez bi ser bikevin" tê pîrozkirin. Bi sed hezaran welatî serê sibehê li hev civiyan û berê xwe dan qada Newrozê.
Li qada Newrozê ku gelê Wanê bi cil û bergên xwe yên neteweyî û alên kesk û sor û zer xemilandî ye, bê navber bi dirûşmeyên "Bijî serok Apo" olan vedide.
Tê payîn ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî tevlî pîrozbahiya li Wanê bibe û li vir biaxive.