Li Wanê 4 xwendevan hatin destgîrkirin
4 xwendevanên ku di Zanîngeha Sedsalê ya Wanê êrişên nijadperest ên li hemberî xwendevanên Kurd şermezar kirin, ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin.
4 xwendevanên ku di Zanîngeha Sedsalê ya Wanê êrişên nijadperest ên li hemberî xwendevanên Kurd şermezar kirin, ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin.
4 xwendevanên Zanîngeha Sedsalê ya Wanê ku êrîşa nîjadperest a li Zanîngeha Antalya Akdenîzê ya li dijî xwendevanên Kurd protesto kirin hatin destgîrkirin.
Xwendevanên ku êrîşên li kantîna zanîngehê pêk hatibû protesto kirin û dirûşme berzkirin, îro ji bo îfade bidin çûn midûriyeta polîsan.
Yûnûs Kuçukçelebî û 3 xwendevanên navên wan nehat hînbûn ku çûn Midûriyeta Polîsan a Wanê hatin destgîrkirin.
Hat zanîn ku ji bo xwendevanan 4 roj cezayê destgîrkirinê hatiye dayîn.