Li Wanê 2 kes hatin girtin

Di 24’ê Kanûnê de polîsan li navçeya Qelqelî ya Wanê 20 kes destgîr kirîbû û ji wan 2 kes hatin girtin.

Di 24’ê Kanûnê de polîsan li navçeya Qelqelî û navçeyên navendî yên Wanê bi awayekî hem wext bi ser gelek malan de girtin. Polîsan di serdegirtinan de Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Qelqeliyê Sakîne Kûtpinar jî di nav de 20 kes destgîr kirîbû. Duh piştî îfadeya wan li midûryeta polîsan xilas bû û îro danê sibehê derxistin edliyaya Wanê.

Piştî îfadeya dozger, Hevseroka Sakîne Kûtpinar jî di nav de 11 kes bi îdiaya “Endamê rêxistinê“ bi daxwaza kontrola edlî û 7 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dedgehê hatin kirin. 2 kes ji piştî îfadeya dozger serbest hatin berdan.

Dadgehê derbarê 9 kesan de bi şertê kontrola edliyê serbest berdan û derbarê Sabîha Ayaz û Savaş Hazir de jî biryara girtinê da.

Hate zanîn ku operasyon bi îfadeyên şahidê nepen pêk hatiye.