Li Wanê 148 girtî di greva birçîbûnê de ne

Li Girtîgeha Wanê ya Ewlehiya Wê Zêde 148 girtî 11 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Di 16’ê Kanûna 2018’an de li Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtiyên bi navê Cîhan Tamûr, Azîm Sokemen, Şahîn Oncu, Bahtîyar Kemal Hasan û Bariş Kahraman greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger dabûn destpêkirin. Greva van çalakgeran di roja 86’an de didome.

Di 1’ê Adarê de 143 girtiyên Girtîgeha Ewlehiya wê Zêde ya Wanê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.