Li Tetwanê li Bajarê Antîk dîteyên arkeolojîk

Li Tetwanê Bajarê Antîk geleek dîteyên arkeolojîk hatin tespîtkirin.

Bi encama lêkolîna Beşa Arkelojiyê ya Zanîngeha Bedlîsê ya Erenê û Navenda Lêkolînê ya Dîrok û Çandê ya Herêmî li Tetwanê, li Bajarên Antîk dîteyên arkeolojîk hatin tespîtkirin. Tiştên ku hatin dîtin hatin tomarkirin. Di lêkolînê de ya bi cîhaza jeo-radarê ya li ser rûzemînê hin bermahiyên avahiyan û avaniyên arkelojîk hatin tespîtkirin.


Serokkê Beşa Arkeolojiyê ya Fakûlteya Fen û Edebiyatê Doç Dr. Yunus Levent Ekîncî got ew ê xebatên wiha bidomînin û ew ê hewl bidin ku bajarê antîk bi temamî derxînin holê. Her wiha Doç. Dr. Gencer jî got Bajarê Antîk ê Tetwanê yek ji girîngtirîn bajarê antîk e.

Bajarê Antîk ê Tetwanê 1986'an bi rengê Bajarê Antîk hatibû pejirandin û bi asta 1'ê weke qada sîtê ya arkeolojîk hatibû ragihandin.