Li Tendurekê çalakiya gerîla: Leşkerek hate kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku di çalakiya hêzên wan ya li herêma Tendureka ya Wanê leşkerekî artêşa Tirk hatiye kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku di çalakiya hêzên wan ya li herêma Tendureka ya Wanê leşkerekî artêşa Tirk hatiye kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ev agahî parve kir;
'Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger ya li tevahiya Serhedê hêzên me 6'ê Tebaxê saet 11.30'an li dijî artêşa TC'ê ya dagirker, li dijî qereqola Gulîzerkê ya li Tendurekê ya Ebexê ya Wanê çalakiye kirin. Di çalakiyê de piranî gir bû hedef, derbek li wesayita tîpa kirî hate xistin û bi qasî ku hate dîtin leşkerek hate kuştin.''