Li Swîsreyê bi hezaran kes di Newrozê de li hev kom bûn

Bi hezaran Kurdistaniyên li Swîsreyê tevî dostên xwe li bajarê Frîboûrgê Newroz pîroz kirin.

Pîrozbahiya Newrozê li salona Forûm Frîboûrgê pêk hat û siyasetmedarên Swîsreyî, jin û ciwan gelekî tevlî bûn. Newroza li Swîsreyê diyarî qurbaniyên erdheja li Mereşê hate kirin.

Dika Newrozê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mazlûm Dogan û Sakîne Cansiz, her wiha pankarta bi nivîsa "Newroz pîroz be" hate xemilandin. Li her devera salonê jî wêneyên şehîdan hatin daliqandin. Bernameya Newrozê saet di 15:30'î de destpê kir.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Şehîdên Şoreşa Kurdistanê, destpêkê Hevserokên Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) Îsmaîl Kardaş û Selma Surer beşdar silav kirin.

PIŞTGIRIYA JI BO MEXDÛRÊN ERDHEJÊ WÊ DEWAM BIKE

Parlamenterên Federal ên Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP) Mûstafa Atici û Ûrsûla Schneîder Schuttel axivîn. Mûstafa Atici diyar kir ku wê piştgiriya xwe ya ji bo mexdûrên erdhejê dewam bikin û got, "Di demeke nêz de em ê heyetekê ava bikin û biçin herêma erdhejê. Em ê rewşa mirovên xwe yên mexdûrên erdhejê tespît bikin. Weke parlamenterên Swîsreyî em ê piştgiriya xwe ya ji bo gelê xwe dewam bikin. Di heman demê de 14'ê Gulanê wê hilbijartinên serokkomariyê û parlamenteriyê bêne lidarxistin. Em ê piştgiriyê bidin Tifaqa Ked û Demokrasiyê. Amadekariyên me ji bo vê jî hene."

Parlamenter Ûrsûla Schneîder Schuttel jî Newroz li beşdaran pîroz kir û diyar kir ku ji bo pêçandina birînên erdheja li Mereşê weke partî wê karê xwe dewam bikin.

CIWANAN COŞA NEWROZÊ ZÊDE KIRIN

Piştre bi navê Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan peyam hate xwendin. Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) bi wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û flamayên PKK'ê ketin hundirê salonê û coşa Newrozê mezin kirin.

KAV: EM Ê TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ BI RUHÊ NEWROZÊ BILIND BIKIN

Siyasetmedarê Kurd Fûat Kav jî bi bîr xist ku beriya bi 51 salan di Newrozekê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevî komek ji hevalên xwe li Bendava Çûbûkê têkoşîna azadiyê ya Kurd da destpêkirin û got, "Newroz li Rêber Apo, şehîdên me, gerîlayên azadiyê, li berxwedêrên azadiyê yên li zindanan û gelê me pîroz be. Ev têkoşîna ku beriya 51 salan ji aliyê Rêber APo û hevalan ve hate destpêkirin îro gihîştiye bi milyonan kesî. Li dijî tecrîdkirina Rêberê me em ê bi ruhê berxwedanê yê Newrozê têkoşînê bilind bikin."

Alîkarê Serokê Kantona Frîboûrgê Pîerre Sîggen jî beşdarî Newrozê bû, sersaxî ji malbatên qurbaniyên erdhejê re xwest û diyar kir ku ew piştgiriyê didin têkoşîna azadiyê ya Kurdan.

SAVARY: DIVÊ EM BI HEV RE LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊBIKOŞIN

Endamê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Swîsreyê û Serokê Înîsiyatîfa Têkoşîna li dijî Çekên Kîmyewî ya Navneteweyî Dr. Beppe Savary jî got, "Birêz Abdullah Ocalan divê êdî ji aliyê fîzîkî ve azad bibe. Tecrîdkirina wî sûcê li dijî mirovahiyê ye. Li dijî tecrîdê divê em hemû bi hev re têbikoşin."

FARISOGÛLLARI: EM Ê AKP-MHP'Ê TÊK BIBIN

Parlamenterê HDP'ê Mûsa Farisogûllari jî Newroz pîroz kir, işaret bi hilbijartinên 14'ê Gulanê kir û got, "Amadekariyên me yên ji bo hilbijartinê dewam dikin. Gelê me divê bala xwe li ser hilbijartinê be. Em ê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê têk bibin."

Şaredarê Frîboûrgê Thlery Steîert herî dawî derkete ser dikê û bi navê Komîteya Newrozê pûşiya kesk, sor û zer diyarî wî hate kirin.

Hunermend Ozan Comerd, Silbus û Tarî, Azad Bedran, Baran Bazîd, Koma Lêlo, Koroya Jinên Azad derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêşkirin. Beşdaran jî bi wan re stran gotin.

Newroz bi gerandina govendê bi dawî bû. Hatineya ji pîrozbahiya Newrozê jî wê ji bo mexdûrên erdheja Mereşê re bê şandin.