Li Stockholmê ji bo HDP'ê şeva piştgiriyê hate lidarxistin

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN), ji bo piştgiriya HDP'ê li paytexta Swêd Stockholmê şevek organîze kir.

Parlamenterê Mûşê yê HDP'yî Ahmet Yildirim, Parlamenterê Sêrtê yê HDP'yî Karî Yildirim, Parlamenterên Partiya Çep Amîneh Kakabaveh, Hamza Demîr, Daniel Riazat, Alîkara Şaredara Stockholmê Ann-Margagrethe Livh û endama Meclîsa Şaredariya Jarva Maile Aras tevlî şevê bûn.

Parlamenterê Sêrtê yê HDP'yî Kadrî Yildirim li şevê axivî û di destpêka xaftina xwe de Cejna Kurdî pîroz kir.

Yildirim piştre gotin anî ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê û destnîşan kir ku di hilbijartinê de wê dengdan li ser dîktatorî û demokrasiyê bê kirin. Yildirim bang li hemû gel û baweriyan kir ku li hev bicivin û bi hev re tevbigerin.

Ann-Margarethe Livh jî bi bîr xist ku HDP di hilbijartina 2015'an bi ser ket, lê ji aliyê hikumeta AKP'ê ve hate cezakirin û siyasetmedar û hevşaredarên HDP û DBP'yî hatine girtin.

Livh bang li civaka navneteweyî û rêxistinên civakî yên sivîl kir ku desteka ji bo HDP'ê zêde bikin.

Parlamenter Ahmet Yildirim jî diyar kir ku hilbijartinên 24'ê Hezîranê hilbijartineke ji rêzê nîne û got, "Hilbijartina man û nemanê ye."

Parlamentera Partiya Çep Amineh Kaabaveh jî xwest Selahattîn Demîrtaş û hemû girtiyên siyasî bê berdan û bang li Yekîtiya Ewropayê jî kir ku navê PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' derxîne.

Di şevê de gelek hunermend jî derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.