Li Stenbolê terora dewletê ya li dijî HDP'ê: 12 kes hatin destgîrkirin

Li Stenbolê di operasyonên qirkirina siyasî de 12 endam û rêveberên HDP'ê hatin destgîrkirin.

Di çarçoveya lêpirsînekê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê meşandin, polîsan avêtin ser malên endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Stenbol û navçeyên wê.

Di van operasyonên qirkirina siyasî de endam û rêveberên HDP'ê Alî Goregen, Hakîm Goregen, Mehmet Varsli, Îsmaîl Gulen, Abdûllah Teymûr, Evren Demîr, Cevdet Yeşîlkaya, Mûstafa Karavar, Metîn Goksû, Aydin Kurekçî, Kahraman Ozgun hatin destgîrkirin.

Hate ragihandin ku rêveberê berê yê HDP'ê Bakan Dûman jî li Qersê hatiye destgîrkirin û wê wî bînin Stenbolê.