Li Silopiyayê 3 kes hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk li navçeya Silopiya ya Şirnexê avêtin ser malan û sê kes destgîr kirin.
Polîsên Tirk li navçeya Silopiya ya Şirnexê avêtin ser malan û sê kes destgîr kirin.
Di serdegirtinên serê sibehê de Nûrûllah Çetîn, Îslam Kûrtay û Husnu Başak hatin destgîrkirin.
Mîna di gelek bûyerên serdegirtinê yên bi kêfî de, hinceta destgîrkirinê nehate eşkerekirin. Sê kes birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Silopiyayê.