Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navenda xwe ji bo 121 şervanên di berxwedana Girtîgeha Sînaa yê de şehîd ketin û weke Şehîdên Gurzê Gelan hate binavkirin, merasîmek bîranînê ji bo 2 rojan lidar dixe.
Di vê çarçoveyê de di serî de aliyên siyasî û kesayet berê xwe didin navenda Rêveberiya Xweser, hevxemî û piştevaniya xwe ya bi gelê Rojava re nîşan dikin.
Di nava kesên serdan kirî de Mihemed Emîn Pêncewînî, Waliyê Silêmanî Heval Ebûbekir, Endamî Mekteba Siyasî ya Hîzbî Zehmetkêşan Şiwan Mihemed, Derokî Dezgayî Xêrxwazî Mam Felah Sileh, her wiha doxtorên Zanko, nûnerên partiyên Rojhilatê Kurdistan û saziyên jinan.
Dîsa welatiyên Başûr serdana navenda Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye ya li Başûr kirin.
Serdan welatiyan û kesayetên naskirî ya ji bo bîranînê didome.