Li Silêmaniyê komploya navnetewî hate protestokirin

21’emîn salvegera Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Silêmaniyê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Gencanî Welatparêz (Ciwanên Welatparêz) û Jinanî Gencî Tekoşer (Jinên Ciwan ên Têkoşer) bi wesîleya 21’emîn salvegera Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê meşeke meşaleyî lidarxist.

Meşa ciwanan li Baxçeyê Giştî yê bajêr destpê kir û heta cadea Saholeke dom kir. Ciwanan bi pankarta “Bi ruhê ciwanan em ê komploya li ser Rêber APO bişkînin” meşiyan û bê navber dirûşmeyên, “Bijî Serok APO’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, û ‘Bi Can bi Ruh em te re ne ey Serok” berz kirin.

Piştre ji aliyê ciwanan ve daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Li ser navê Jinanî Gencî Tekoşer Bêrîtan Zagros daxuyaniya çapemeniyê xwend û ev tişt hate gotin; “Em Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer 21’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelan Rêber Apo bi tundî şermezar dikin. Rêber Apo li zîndana Îmraliyê berxwedaneke bêhempa bi rê ve dibe û bûye sembola Jinên azad.

Yek ji plana komplogeran a di 15’ê Sibatê de ew bû ku daxwaza jiyaneke azad û demokrat neyê kirin. Lê belê gelê Kurdistan û gelên cîhanê berxwedan û têkoşîna Îmraliyê kirin nimûneyeke ku plana hêzên dagirker têk şikand.

Em ciwanên Başûrê Kurdistan dibêjin, êdî bes e, tecrîda li ser Serokê xwe qebûl nakin. Armanca me ew e em ê bi ruhê Viyan Soran, şehîd Qendîl û Elî Çîçek tecrîdê bişkînin, faşîzmê birûxînin û Kurdistanê bikin goristana dijminan.”