Li Silêmaniyê di nava du malbatan de şer: 1 mirî 4 birindar

Li taxa Kêle Spî ya Silêmaniyê di navbera du malbatan de şer derket. Di encama şer de kesekê jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Li taxa Kêle Spî ya Silêmaniyê di navbera du malbatên ku di nava wan de pirsgirêk hebû, şer derket. Di encama şer de kesekê jiyana xwe ji dest da û 4 kes ji birîndar bûn.

Cenazeyê kesê jiyana xwe ji dest daye rakirin nexweşxaneya herêmê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şevê din jî li nêzî kolana Selîm a li navenda bajar di navbera hêzên Altûn û komandoyên leşkerî de şer derketîbû. Di encama şer de çekdarek hatibû kuştin û 3 çekdar jî hatibûn birîndar kirin.