Li Silêmaniyê bi çekê êrîş bire ser Ferhat Bariş Kondu

Kesekî rûpoş li cihê kar êrîş bire ser Ferhat Bariş Kondu. Komeleya Kerkerên Mezopotamya diyar kir ku êrîşa li ser Kondu ne ji gef û şantajên dewleta Tirk serbixwene û got: “Serî natewînin.”

Ferhat Bariş Kondu yê ji ber zextên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê dijî, di saetên sibê de li cihê kar ji aliyê keske rûpoş ve bi çekê êrîşî wî hate kirin. Ferhat Bariş Kondu yê giran birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê. Tê ragihandin ku êrîş ji aliyê MÎT’ê ve hatibe organîzekirin.

Aktivîstên Bakurê Kurdistanê yên ji ber zext û gefên Tirkiye li neçar bûne koçî Başûrê Kurdistanê kirin,e li pêşiya nexweşxaneya Ferhat Bariş Kondu tê dermankirin, daxuyaniyek da.

Li ser navê girseyê Serokê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Mûsa Çîftçî daxuyanî da, diyar kir ku Ferhat Bariş Kondu jî di nav de ew hemû kesên li vir kom bûne, ji ber siyaseta legal a Tirkiye û zilm, zext û êşkence lê hatinekirin û bi salan li girtîgehê mane. Çîftçî anî ziman ku hemû ji ber gefa girtin, zextê û tehdîdan li Başûrê Kurdistanê bi nasnameya Neteweyên Yekbûyî dayî wan, weke koçberên siyasî statû girtine.

‘MALBATÊN ME TÊN TEHDÎDKIRIN’

Çîftçî bal kişand ser gef û tehdîdên li vir ên MÎT’ê û got: “Li vir dîsa îstixbarat û yekîneyên emniyetê bi rêya telefonê gef û şantajan li me dikin. Li ser hejmarên cuda yên Wahtsapp’ê li hevalên me tevan digerin, teklîfa sîxûriyê li wan dikin. Bi malbatên li Tirkiye tehdîd dikin. Îstixbarata Tirk rojane malbatên me tehdîd dikin. Hevalê me Ferhat ê ji ber zext û zilmê wek gelek hevalên me yên li vir li ser karê xwe ye, vê sibehê li cihê kar ji aliyê kesekî nenas û ti carî nedîtî ve êrîşî wî hate kirin. Hevalê me Ferhat ji mirinê rizgar bûye, niha li vir tê dermankirin.”

‘ÊRÎŞ JI TEHDÎD Û JANTAJAN NE SERBIXWE YE’

Çîftçî destnîşan kir ku êrîşa li ser Ferhat Bariş Kondu ne ji tehdîd û jantajên dewleta Tirk ne serbixwe ye û got: “Em didin diyarkirin çawa berê li ber tehdîd û jantajan me li ber xwe da, em ê li vir jî li ber xwe bidin. Li ber ti êrîşan em ê serî netewînin. Em bang li Tirkiye dikin, dawî li polîtîkayên xwe yên li ser me bînin. Tehdîd û jantajên we bêkêrin.”

BANG NY Û YNK’Ê KIRIN

Serokê Komeleya Karkerên Mezopotamya Mûsa Çîfçî bang li NY’yê û YNK’ê kir û got: “Hûn neçarin ku ewlehiya canî ya koçberên siyasî bigirin. Hûn neçarin di vê mijarê de bibin xwedî însiyatîf.”

Daxuyanî bi dirûşma ‘Berxwedan Jiyan e’ bi dawî bû.