Li Silêmaniyê aqûbeta ciwanên hatine destgîrkirin nayê zanîn

Duh li Silêmaniyê di çalakiya protestokirina 15’ê Sibatê û êrişên dagirker ên dewleta Tirk de 4 ciwan hatin destgîrkirin. Aqûbeta ciwanên hatine destgîrkirin nayê zanîn.

Duh êvarê li Silêmaniyê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistan û Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer li dijî êrişên dewleta Tirk ên li Mexmûr, Şengal û Rojava û ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek lidarxistin. Di serî de hêzên asayîşê xwestin meşê asteng bikin, lê tevî astengiyê jî meş pêk hat. Di vê çalakiyê de ji aliyê asayîşê de 4 ciwan hatin destgîrkirin.

Li gorî agahiyên ji Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê hate bidestxistin, sê endamên wan ji aliyê asayîşê ve hatine destgîrkirin û sê endamên wan ên din jî aqûbeta wan ne diyar e û telefonên wan girtî ne. Komelaya Ciwanên Welatparêz diyar kirin ew guman dikin her sê hevalên wan ên din jî ji aliyê asayîşê ve hatibin girtin.

Komeleya Ciwanên Welatparêz diyar kir asayîşê li endamên wan xistine û ew êşkence kirine. Her komeleya ciwanan diyar kir asayîş derbarê aqûbeta ciwanan tu agahiyan nade.

Komeleya Ciwanên Welatparêz da zanîn asayîşa Silêmaniyê berpirsê aqûbeta ciwanan e û daxwaz kir di zûtirîn demê de hevalên wan werin berdan.