Li Silêmanî komploya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin

Li Silêmaniyê bi tevlîbûna dehan welatiyên Rojavayê Kurdistanê li navenda PYD’ê ya li Başûrê Kurdistanê bi semînerekê Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin.

Bi tevlîbûna bi dehan welatiyên Rojavayê Kurdistanê li navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Başûrê Kurdistanê Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, bi semînerekê hate şermezarkirin.

Semîner ji aliyê Nûnertiya PYD’ê ve hate organîzekirin. Salona semînerê bi wêneyên şehîdan û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû xemilandin.

Semîner bi dirûşma ‘Dem Dema Azadiya Rêber Apo’ ye, hate kirin. Di heman çarçoveyê de li Ranya û li kampa Banikê jî semîner ji aliyê PYD’ê ve hate organîzekirin.

Semîner bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî bi sînevîzyonekê pêkhatin û çawaniya komployê hate nîşandan.

Li ser navê Nûnertiya PYD’ê Yusif Kutê axivî. Kutê destpêkê hêzên komploger û komplo şermezar kir.

Kutê diyar kir ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komployeke nemerd hate kirin û got: “Xwestin Rêbertiya me tine bikin û dawî li doza rewa ya Kurd bînin.” Kutê anî ziman ku li dijî komployê berxwedana Ocalan û gelê Kurd kir ku komplo heta astekê bê pûçkirin û wiha domand: “Ji bo komplo bi temamî bê têkbirin divê komployê fam bikin û çawaniya wê bizanin. Ji ber ku ev komployeke sed salî ye.”

Kutê destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê berê xwe da Ewropa lê Ewropa xwedî li soza xwe derneketin û komplo pêk anîn.

Herî dawî Nûnerê PYD’ê Yusif Kute banga berxwedanê li hemû kesan kir.

Semîner bi dirûşim û çepikan dawî bû.