Li Silêmanî kesek dest bi rojiya mirinê kir

Li Silêmanî ciwanekî bi navê Memdûh Ozdemîr li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi rojiya mirinê kir.

Ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were şikandin ciwanekî ji Colemergê yê bi navê Merwan Memdûh Ozdemîr bi daxuyaniyeke çapemeniyê li Silêmanî dest bi rojiya mirinê kir.

PYD, Tevgera Azadî, RJAK, Eniya Gel a Demokratîk, nûnerên Tevgera Ciwanên Welatparêz jî tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn.

'EM Ê RÊBER APO AZAD BIKIN'

Ozdemîr wiha got: ''Bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê (Kongreya Civaka Demokratîk) û parlamentera me ya Colemêrgê Leya Guven ji bo ku tecrîda li ser Rêbertiya me were şikandin beriya bi 6 mehan berxwedanek hate destpêkirin. Ev berxwedan li çar parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat berbelav bû. Hevalên me yên li zindana ji destpêkê ve di nav vê berxwedanê de bûn. 30 hevrêyên li zindanan rojiya mirinê dane destpêkirin û ev têkoşîn anîn asteke din. Berxwedanê kir ku dewleta TC'ê xwe bavêje ber piyê Rêbertî lê tecrîd hê neşikiyaye. Ez jî radigihînim ku ji niha û pê de li Silêmanî dest bi rojiya mirinê dikim û tevlî rojiya mirinê dibim. Tecrîdê bi jiyana xwe jî be em ê bişkînin. Em ê Rêber Apo azad bikin.''