Li Silêmanî 50 rêxistina civaka sivîl giliyê Tirkiyê li NY'yê kirin

Li Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Silêmaniyê 50 rêxistinên civaka sivîl giliyê dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê kirin.

Ji berî niha li Silêmaniyê 17 rêxistinên civaka sivîl biryar dabûn ku li dijî dagirkerî û talankariya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê gilî bikin. Hejmara wan rêxistinan bû 50 û îro li Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Silêmaniyê giliyê dagirkerî û talankariya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê kirin.

Sekreterê Partiya Kesk a Kurdistanê  Milko Bazyanî bi nûnertiya 50 rêxistinên sivîl û jîngehî gilîname da Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî (NY) kir û di civîna çapemeniyê de diyar kir ku wan ev gilî kiriye, wê heta dawiye mijarê bişopînin û dest jê bernadin.

Milko Bazyanî got: “Sirûşta Kurdistanê xeta sor e. Her alî û dewletek dest bêjitê, em ê li dijî rawest in. Ji ber ku jîngeh û xweza mafeyek giştî ye. Em dest ji vî mafê xwe bernadin.”

Her wiha Berpirsê Rêxistina Rewşenbîrî ya Nalî Hewrê Dilşad jî got: “Em van binpêkirina heta dawî bişopînin. Em ê vê mijarê bigihînin Parlamentoya Iraqê û aliyên din ên peywendîdar.”